Li pêşangeha pirtûkan berhemên Rêber Abdullah Ocalan tên belavkirin

Di pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol de paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên wî yên li ser mijarên cuda ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî hatine amadekirin, li kesên serdana pêşangehê dikin tên belavkirin.

20 cotmeh, 2024   08:54
QAMIŞLO/
BAZ MORDEM

Pêşeangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an ku 15ˈê Cotmehê (2024) hatibû vekirin, di roja 6’an de berdewam dike. 

Di pêşangeha ku zêdetirî 143 hezar pirtûkên bi zimanên Kurdî (kurmancî, soranî), Erebî, Tirkî, Îngilîzî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Almanî tên pêşandan de, yek ji pitûkên ku herî zêde eleqe tê nîşandan, parazname û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan in.

Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Weşanxaneya Şilêr, Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan û Pirtûkxaneya Amanî ve hatine amadekirin û tên belavkirin.

Di standên her sê weşanxaneyan de, paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan yên bi navê, “Parastina Gelekî”, “Şaristanî”, “Şaristaniya Kapîtalîst”, “Sosyolojiya Azadiyê”, “Di Rojhilata Navîn de Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk”, “Parastina Kurdên di bin Pencên Qirkirina Çandî de/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk”, her wiha nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser mijarên, “Ekolojî”, “Jineolojî”, ”Çawa Bijîm”, “Tezên Azadiyê”, ”Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetê”, “Evîna Kurd” û “Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê, Li Kurdistanê Modelên çaraseriyê” tên pêşandan.

Pirtûkên ku bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî û Soranî), Erebî û Tirkî hatine amadekirin, wekî diyarî li kesên ku serdana pêşangehê dikin tên belavkirin. Di 6 rojên pêşangehê de bi sedan pirtûk hatine belavkirin.

Pêşangeh wê heta 22’yê Cotmehê (2024) berdewam bike.

(a)

ANHA