Ji bo bîranîna rojnamevan Nazim û Cîhanê fîlmek tê kişandin

Kişandina fîlma bi navê 'Analogue' dest pê kir. Fîlm ji bo bîranîna rojnamevanên şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tê kişandin.

Ji bo bîranîna rojnamevan Nazim û Cîhanê fîlmek tê kişandin
24 hezîran, 2025   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Kişandina fîlma 'Analog' ku çavdêriyeke 12 salên dawîn a li Rojava ye, dest pê kir. Fîlm diyarî bîranîna rojnamevanên şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate kirin.

Derhêneriya fîlmê Selîm Yildiz û çêkiriya wê jî rojnamevan Enes Yildiz dike.

Rojnamevan Enes Yildiz diyar kir ku fîlmê, ji bo bîranîna rojnamevanên ku di dema şopandina pêvajoya şer de canê xwe feda kiriye çêdikin û wiha got: "Di vê projeyê de cihgirtina min ji bo min peywirek bû. Fîlm dê ji bo bîranîna hevalên me yên rojnamevan ên di pêvajoya şopandina şer a li Rojava de jiyana xwe ji dest daye, bê çêkirin. Em ê fînala fîlmê bi Berxwedana Tişrînê bi dawî bikin. Di vê fîlmê de qala berxwedana dîrokî ya gelê Kurd, her wiha têkoşîna li Rojava tê kirin. Bi kurtasî, fîlma Analogue, dibe çîroka her kesî.”