Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa çeteyên DAIŞ’ê têk bir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê êrişa şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bendeke kontrolê têk bir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa çeteyên DAIŞ’ê têk bir
24 hezîran, 2025   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişa şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bendeke kontrolê ya li Dêrazorê de daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê saet di 01.00’an de êrişî benda kontrolê ya bajarokê Derencê yê li Rojhilatê Dêrazorê kir, di dema êrişê de di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û êrişkaran de şer derket.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şer de tu zirar li endamên Hêzên Ewlekariyê Hundirîn nebû, lê zirarên madî çêbûn. Hate gotin, piştî şer çete reviyane.

Li gorî daxuyaniyê, piştî êrişê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi xebatên paqijkirinê kir, ji bo girtina şaneya êrişkar û ewlehiya derdora bajarok, dewriyeyên xwe zêdetir kirine.

(bb)