Di êrişeke Îsraîlê de li başûrê Lubnanê 3 kes hatin kuştin

Balafireke bêmirov a Îsraîlê li başûrê Lubnanê li erebeyê xist, di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Di êrişeke Îsraîlê de li başûrê Lubnanê 3 kes hatin kuştin
24 hezîran, 2025   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro balefireke bêmirov a Îsraîlê 2 moşek avêtin erebeyeke li ser rêya Kefar Dejal a li başûrê Lubnanê û di encamê de erebe şewitî û 3 kesên tê de hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiya Giştî ya Lubnanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya li ser erebeyekê ya li bajarokê Kefar Dejal ê navçeya Nabatiyê de 3 kes hatine kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Nîştimanî, tîmên agirkujiyê û ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Ajansê diyar kir ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê ji sibehê ve li ser Nabatiyê difirin.