‘Divê jin bikevin navendên biryardanê’

Rêvebera Saziya Dad û Geşepêdana Domdar Hela Marokî anî ziman ku rola jinan li Sûriyeyê li gorî tê xwestin nîn e û got divê jin bikevin cihên ku biryar lê têne girtin.

‘Divê jin bikevin navendên biryardanê’
9 nîsan, 2026   05:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Rêvebera Cîbicîkar a Saziya Dad û Geşepêdana Domdar a li bajarê Helebê Hela Marokî li ser rewşa jinan a li Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Hela Marokî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser paşguhkirina jinan li Sûriyeyê û wiha got: “Ez ji rewşa jinan a li Sûriyeyê ne bextewar im. Ji ber ku piştî hilbijartinên ku çêbûn û tayînkirinan, rola jinan li gorî me hêvî dikir nebû. Em bi hêvî ne ku di van şert û mercan de rola jinan zêdetir bibe. Jinan di şer de berpirsyariyeke mezin rakir, hêza wan heye ku bi rê ve bibin û biryaran bidin."

Hela Marokî di nava gotinên xwe de got: “Rolê jinên Sûriyeyê di parastina civak û malbatê de gelekî mezin e. Mêr ji ber ku derdikevin derve, yan dimirin an jî ne amade ne, jin hemû berpirsyariyê radikin. Lewma min texmîn dikir ku rolekî mezintir bidin jinan. Li Sûriyeyê heyanî niha dengê jinan nayê bihîstin. Civak jî baweriyê nade jinan ku fermandariyê bikin an jî bi rê ve bibin. Di nava civakê de jin hene ku bi rê ve bibin û hêza wan heye lê ji ber nêrandina civakê ya ji jinan re, dudil dimînin.”

Têkildarî nêrîa civakê ya ji jinan re Hela Marokî wiha got: “Hevgirtina navbera jinan de bingeh e, berî ku kesek bawerî bide me, em baweriyê bidin hev. Bi hev re dengê xwe bigihînin aliyên têkildar, ji ber kesek dengê me nabihîze. Li Sûriyeyê pêdiviya jinan bi bernameyekê heye da ku bigihêjin cihê biryarê û saziyan. Peyman bi rêxistinên jinan ên xurt re çêkin. Têkilî û dan û standinên me yên wisa, bi taybet di van salên borî de nîn in.”

Hela Marokî di dawiyê de got: “Divê rêxistin, civakên sivîl û aliyên navneteweyî bi jinên Sûriyeyê re bibin alîkar. Jinan di aliyê civakî û dîplomasiyê de perwerde bikin. Her wiha ez bang li jinên Sûriyeyê dikim ku baweriyê bidin hev. Eger em baweriyê bidin hev dê civak jî bi hêza me bawer bike.”

(np)

ANHA