‘Banga Rêbertî rêya ber bi çareseriyeke siyasî ya dadmendî ye’

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê banga nû ya Rêber Abdullah Ocalan wek "qonaxeke dîrokî ber bi çareseriya siyasî ya demokratîk ve û nexşerêya jinûveavakirina civakekê ya bi beşdariya jinan li ser esasê edalet û wekheviyê" nirxand.

‘Banga Rêbertî rêya ber bi çareseriyeke siyasî ya dadmendî ye’
13 tîrmeh, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Rêber Abdullah Ocalan ku ji 27 salan ve di girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin, 9’ê Tîrmehê yekem car bangeke dîrokî ya bi dîmen kir. Jinên ji bajarê Reqayê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan wekî fersendek dîrokî ji bo pêşxistina rola jinan di spandina rêgezên aştî û avakirina civakeke demokratîk de pênase kir.

Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Fatima Îbrahîm banga Rêber Abdullah Ocalan wek guhertinek stratejîk a kûr nirxand û got: "Ev bang nayê wateya destberdana ji têkoşînê, lê belê gavek ber bi asoyek siyasî ya berfireh ve ye ku rê li ber çareseriyek bingehîn û mayînde vedike. Ev bang asta geşbûna têkoşînê nîşan dide û bingeha aştiya diyar dike ku li ser îradeya azad û naskirina hevbeş, ne li ser teslîmbûn an bindestiyê hatiye avakirin."

Fatimayê destnîşan kir ku bicihanîna banga Aştî û Civaka Demokratîk projeya rasteqîn a rizgarkirina gelan ji aloziyan e, di heman demê de avakirian civakeke pirreng, dadmendî û beşdariya aktîf mîsoger dike.

QANÛNEKE DEMOKRATÎK KU MAFÊN JINAN DIPARÊZE

Ji rêveberên Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Ferîde Ebdurehman anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de teqezî li ser girîngiya sazkirina qanûneke demokratîk a berfireh dike ku siyaseta demokratîk diparêze û mafên jinan mîsoger bike û got: "Jin ji ber qanûnên baviksalar êşan dikişînin.”

Ferîde Ebdurehman îşaret bi vê yekê kir ku beşdariya jinan di amadekirina vê qanûnê de pêdivîyeke girîng e ku divê li ser bingeha wekheviya zayendî were avakirin û rola pêşeng a jinan di saziyan de xurt bike.

ROLA JINAN DI RÊBEBIRINA PÊVAJOYÊ DE

Ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ehlam Ednan, girîngiya rola jinan di rêvebirina pêvajoya dîrokî de destnîşan kir û wiha axivî: "Jin bi xurtkirina saziyên xwe, berfirehkirina beşdariya xwe di komîn û meclisan de, her wiha bi pejirandina rêbazên perwerdeyê û berxwedana sivîl dikarin bibin hêza ajotinê ya li pişt avakirina civakeke demokratîk. Rola jinan divê ne tenê bi aliyên teorîk ve sînordar be, lê divê siyaset, civak û çandê jî bigire nava xwe.”

(bb)

ANHA