Ji bo 3 gundan bîreke avê tê kolandin

Şaredariya Gel a bajarokê Kêşikê yê gundewarên Çilaxayê, dest bi kolandina bîreke avê kir. Bîr dê avê bide 3 gundan.

Ji bo 3 gundan bîreke avê tê kolandin
Ji bo 3 gundan bîreke avê tê kolandin
Ji bo 3 gundan bîreke avê tê kolandin
Ji bo 3 gundan bîreke avê tê kolandin
24 ÇILE, 2025   05:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Saziyên xizmetguzariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî xebatên xwe didomînin.

Li gundewarên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, Şaredariya Gel a Kêşikê, dest bi kolandina bîreke avê kir. Bîr dê avê bide 120 malbatên li gundên Mûsa Grewra, Nebî Sadî û Bekiroglî.

Şêniyên her sê gundan avê ji bîrên xwe yê malê dikişînin, lê ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser binesaziya herêmê û bi taybet santralên elektrîkê, elektrîk qut bû û peydakirina avê zehmet bû.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Kêşikê Hesen Feris diyar kir ku ev proje ji sala 2019’an ve hatiye pêşniyarkirin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a pêkanîna wê dereng ma.

Faris anî ziman ku bîra nû dê pirsgirêka ava vexwarinê ji bo şêniyên her sê gundan çareser bike.

Li gorî Faris, dê xebatên projeyê di du qonaxan de pêk bên; di qonaxa yekemîn de dê bîreke bi kûrahiya 300 metre bê kolandin, di qonaxa duyemîn de jî dê depoya avê bê çêkirin û xeta kişandina avê bê danîn. Faris diyar kir ku lêçûna projeyê 60 hezar dolar e.

Ev cara duyemîn de ku Şaredariya Gel a Kêşikê projeyên peydakirina avê pêk tîne. Par jî Ofîsa Jinan a şaredariyê ji gundê Batirzanê xeta avê danîbû.

(k)