Ji Efrînê heta bendava Tişrînê vîna ku naşike

Şêniyên ku di sala 2018`an tev li karwanên piştevaniya Berxwedana Serdemê bûbûn, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkaya xwe ya dijminatiyê ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê neguherandiye. Şêniyan got komkujiyên dewleta dagirker li bendava Tişrînê berdewama heman polîtîkaya hovane ye ku li Efrînê jî pêk anîbû.

Ji Efrînê heta bendava Tişrînê vîna ku naşike
24 ÇILE, 2025   06:20
HELEB

Zêdetirî 40 rojn e dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî bendava Tişrînê dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li hember êrişan berxwedaneke qehremanî nîşan didin. Şêniyên kantonên Firat, Reqa, Tebqa, Cizîrê û Dêrazorê ji 8’ê Çileyê ve bi armanca piştevaniya hêzên xwe, ji bo parastina navendên xwe yên jiyanî û ji bo a bala cîhanê bikşînin ser polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobedariyê kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker êrişî sivîlên li ser bendavê nobedarî dikirin, kir. Di encamê de 21 kes şehîd bûn û zêdetirî 203 kes jî birîndar bûn.

Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî karwanên sivîlan ne nû ne; Di sala 2018’an de dewleta dagirker karwanên ku ji bo piştgiriya berxwedana serdemê ji Helebê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Efrînê ve diçûn bombebaran kirin û gelek kes şehîd û birîndar bûn. Şêniyên ku di sala 2018`an tev li karwanên piştevaniya Berxwedana Serdemê bûbûn, ew komkujî bi bîr anîn.

DÎMENÊN HOVÎTIYÊ DUBARE DIBIN

Ji rêveberên Saziya Karûbarên Olî Şêx Elî El Hesen diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û pira Qerqozaqê berewama siyasetên wê yên qirkirinê ne.

Her wiha got: "Dema ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê herikîn, dagirkeriya Tirk bi awayekî bêserûber û hovane ev karwan bombebaran kir, di encamê de sivîl şehîd û birîndar bûn. Ev sûc nû ne, di sala 2018’an de dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, balafirên şer ên Tirk karwanên ku ji bo piştgiriya Efrînê dihatin, bombebaran kirin û komkujiyên mîna ên niha pêk anî. "

Şêx Elî El Hesen Erdogan wiha pênase kir: "Erdogan bi hemû awayan sûcdar e, sivîlên bêguneh û bêçek bombebaran dike, divê ji ber sûcên xwe hesab jê bê pirsîn."

VÎNA KU NAŞKIKE

Endama Kordînasyona Kongra Star ku tev li karwanên piştgiriyê yên ji Helebê ber bi Efrînê ve çûbûn, Fehîme Hemû destnîşan kir ku armanca êrîşên dagirkeriyê şikandina vîna gele, ew gelê ku berxwedan û parastina destkeftiyên xwe bijartiye.

Fehîma her wiha got: "Kerwanên ku ber bi bendava Tişrînê ve herikîn tevî bombebaranê, vîna xurt û sekna dîrokî nîşan dide. Gelê li vir ji mirinê mezintire û kes nikare wan tune bike. "

BERXWEDANA JI BO MIROVAHIYÊ

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk li Helebê Nehla Mistefa destnîşan kir ku berxwedana bendava Tişrînê têkoşîneke mirovî ya mîna berxwedana serdemê ya Efrînê nîşan dide.

Nahlatê ev li axaftina xwe zêde kir: "Di sala 2018’an de em tev li karwanên ku ji Helebê ber bi Efrînê ve diçûn bûn, ji bo piştgiriya gelê Efrînê, me biryar da ku em ax û nasnameya xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin, lê dagirkeran xwestin me bitirsînin û êrişî karanê kir, tevî wilo jî me rêya xwe ya berxwedanê dewam kir. "

HOVÎTIYA DAGIRKERAN Û HELWESTA GEL

Nahla di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku vîna gel wê naşike û dê berxwedan dewam bike heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û parastina bendava Tişrînê û got: "Dewleta Tirk a dagirker her çiqas êrişan pêk bîne jî, em ê li ber xwe bidin û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em dest ji destkeftî û axa xwe bernadin, ji ber ku ev xak jiyan û siberoja me ye."

(k)

ANHA