Rûspiyên Dêrazorê: Em rê nadin planên dewleta Tirk a dagirker pêk werin

Rûspiyên eşîrên kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û armanckirina sivîlan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo QSD’ê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker anîn ziman.

Rûspiyên Dêrazorê: Em rê nadin planên dewleta Tirk a dagirker pêk werin
Rûspiyên Dêrazorê: Em rê nadin planên dewleta Tirk a dagirker pêk werin
Rûspiyên Dêrazorê: Em rê nadin planên dewleta Tirk a dagirker pêk werin
24 ÇILE, 2025   07:35
DÊRAZORÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser bendava Tişrînê berdewam dikin. Her çiqas bi sedan şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja 8`ê Kanûnê ve li ser bendavê nobedariya parastinê dikin jî, lê bendav û şêniyên sivîl rastî topbaran û bombebarana balafiran tên.

Rûspiyên êlên Dêrezorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kirin ku divê pêkhateyên herîmê li dijî planên dagirkeriyên ên dewleta Tirkiyê, tê bikoşin.

Rûspiyê êla El Mutelwîn a bajarokê Baxozê yê gundewarên rojhilatê kanton Dêrazorê, Dîb Xelîf Dawûd got: “Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nobedarên bendava Tişrînê, tawanên şer in, divê em em li hember wan bê deng namînin û rê nadin ku berdewam bin.”

Her wiha got: “Dagirkeriya Tirk ji me re dibêje terorîst, lê ya terorîst ew bi xwe ye ku mirovan dikuje, saziyan wêran dike, bendavan dike bombebaran dike û êrîşî sivîl û niştecihên bêçek dike.”

Dawûd wiha pê de çû: “Çima ev bêdengiya navneteweyî heye? Çima ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka me û gelê me destwerdanê nakin? Hêzên me ne terorîst in, lê wan em ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.”

El Dawûd diyar kir ku: "Axa ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye rizgarkirin ya hemû gelê Sûriyeyê ye, ne ya Tirkiyê û aliyekî din e û nabe rê ji dagirkeriya Tirkiyê re were dayîn ku hêzên me û zarokên me tune bike, yan jî êrîşî navendên me yên jiyanî bike. "

Dawûd tekez kir ku: "Hêzên Sûriya Demokratîk ne tenê hêzeke Kurdî ye, lê belê Ereb, Ermenî, Suryan û hemû mezhebên Sûriyeyê di nav nav de ne, em bi jiyana hevbeş a aştiyane bawer in û êrişên li dijî mafên me napejirînin.”

Ji rûsiyên êla El Wadî Xalid El Wadî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser karwanên sivîlan û nobedarên li bendava Tişrînê bi balafirên şer û "rijandina xwîna sûriyeyiyan ji bo berjewendiyên xwe, şermezar kir.”

El Wadî tekez kir ku: "Tirkiye dewleteke kolonyalîst e ku hewl dide axa Sûriyeyê dagîr bike û destwerdanê li herêmê bike. Êrişên li ser bendava Tişrînê tawaneke dijî mirovahiyê ye û mafê me heye ku em bendavê biparêzin.”

Rûspiyê eşîra El Wadî got ew her awayên dagirkeriya axa Sûriyeyê napejirînin û ew amade ne ku berxwedanê bikin û mafên xwe biparêzin.

El Wadî bang li hemû gelê Sûriyeyê yê birûmet kir ku bi hev re li dijî dagirkeriyê tê bikoşin.

ANHA