Ji ber topbarana artêşa Tirk gundên Amêdiyê dişewitin

Ji duh ve ji ber topbarana artêşa Tirk a li ser gundên Mijê û Kevne mijê yên girêdayî Amêdiyê, şewat derketiye û heta niha jî berdewam dike. Xelkê her du gundan ji ber zext û êrişên artêşa Tirk ji neçarî ji   gundên xwe koçber bûne.

Ji ber topbarana artêşa Tirk gundên Amêdiyê dişewitin
18 tebax 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh êvarê ve ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li derdora gundên Mijê û Kevne mijê yên Amêdiyê şewat derketiye.

Beriya niha xelê her du gundan ji ber zext û êrişên berdewam ên artêşa Tirk a dagirker neçar mabûn ji gundê xwe koçber bibin. Tenê rez û baxên welatiyan mane. Ji bilî xelkê gundan, ti saziyek hikûmetê jî nikare serdana wan gundan bike. Ji ber wê şewata ku ji duh êvarê ve derketiye, heta niha jî berdewam dike. Hat gotin ku gelek bax û rezên welatiyan şewitîne.