Di êrişa Îsraîlê de 3 leşkerên UNIFIL birîndar bûn

Di bombebarana Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de kesek hate kuştin û yek din birîndar bû. Di êrişên din de jî 3 endamên hêzên UNIFIL`ê birînda bûn.

Di êrişa Îsraîlê de 3 leşkerên UNIFIL birîndar bûn
18 tebax 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya  li dijî gundê Şeba yê eyaleta Hesbeya ya başûrê Lubnanê de, kesek hatiye kuştin û yek din birîndar bûye. Wezaretê diyar kir ku di bombebaraneke din a li dosa Barîn li başûrê Lubnanê  de 3 endamên UNIFIL`ê birîndar bûne.

Navenda xebatên tenduristiyê yên bingehîn a Wezareta  Tenduristiyê ya Lubnanê, daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de ragihandibû ku Îsraîlê motorsîklêtek li Şebayê bombebaran kiriye û di encamê de welatiyek hatiye kuştin û kesek din birîndar bûye.

Wezaretê da zanîn ku Îsraîlê malek li Şebayê bombebaran kir û di encamê de 2 welatî birîndar bûne.

Hêzên Parastina Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) jî ragihand ku leşkerên wê vê sibê dema dewriyeyê li derdora devera Yarîn a başûrê Lubnanê digerandin, teqîneke li nêzî erebeyan wan çêbû û got, di encama teqînê de 3 lekerên wê bi sivikî birîndar bûn.

UNIFIL`ê da zanîn ku tevahî leşkerên dewriyeyê bi silametî vegeriyan baregeha xwe û der barê teqînê de lêkolîn daye destpêkirin.

(şx)