Ji ber lehiyê li Çînê 80 hezar kes ji malên xwe derketin

Ji ber barîna baranê li parêzgeha Guizhou ya başûrê rojavayê Çînê lehiyên mezin rabûn, zêdetirî 80 hezar kes hatin derxistin.

Ji ber lehiyê li Çînê 80 hezar kes ji malên xwe derketin
25 hezîran, 2025   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xinhua, ji ber lehiyên mezin ên li parêzgeha Guizhou ya başûrê rojavayê Çînê tîmên rizgarkirin 80 hezar kes ji herêmên lehiyê derxistin.

Ajansê ragihand ku baranên berdewam hişt ku nêzîkî 80 hezar kes ji malên xwe derkevin. Tîmên rizgarkirinê jî ji bo deverên lehiyê ên li parêzgehê hatine şandin.

Li gorî ajansê, li parêzgeha Rongjiang, ava lehiyê bi qasî 3 metreyan li qadeke fotbolê rabûye.

(k)