Agirbesta sist a di navbera Îran û Îsraîlê de bû mijara rojnameyan

Çavdêran diyar ku agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, tevî ku sist e jî, di encama zextên herêmî û navneteweyî de pêk hatiye, ji bo kêmkirina aloziyê. Li gorî çavdêaran Îsraîlê destkeftiyên sembolîk bi dest xistine, Îranê jî hêza xwe ya  bingehîn parastiye, ev yek dê bihêle agirbestê demkî be û di her kêliyê dibe ku hilweşe.

Agirbesta sist a di navbera Îran û Îsraîlê de bû mijara rojnameyan
25 hezîran, 2025   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro der barê mijara agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, ku piştî şerekî 12 rojan pêk hat, nivîsîn.

AGIRBESTEKE SIST LÊ GIRÎNG

Rojnameya El Ereb nivîsî ku peymana agirbestê, tevî ku sist e jî, ji bo hemû aliyan çareseriyek neçarî bû, bi taybet piştî tevlêbûna rasterast a Amerîkayê, û bersiva Tehranê li ser axa Qeterê, vê yekê dê rê li ber şerekî berfireh vekira û gihiştiba dewletên din ên Kendavê. Rojnameyê diyar kir ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji hemû aliyan bêhtir sûd wergirt, wî rê vekir ku Îranê ber bi maseya danûstandinan ve here, di heman demê de wî bi xwe agirbest ragihand da ku wekî biryarderê Rojhilata Navîn xuya bike.

Li gorî rojnameya El Ereb, Îsraîl piştî ku êrişên serkeftî li dijî rêber û zanyarên Îranî pêk anî, ji hêla leşkerî û sembolîk ve serkeftî derket. Di heman demê de, bersiva Îranê di çarçoveya parastinê û nîşandana hêzê de bû, û di nav axa Îsraîlê de bandorek wisa bi dest nexist.

HELWESTA AMERÎKA YA SERANSER Û DESTKEFTIYÊN SÎNORDAR

Rojnameya El Quds El Erebî ragihand ku daxuyaniyên Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê James David Vance ku tê de behsa "binaxkirina uranyûma Îranê" kir, helwesteke seranser nîşan dide, armanca wê dilê şopînerên Fox News xweş bike, lê rastiya projeya Îranê ya nukleer nîşan nade, ku piştî serş 12 rojan jî cihê wê eşkere nebû.

Rojnameyê destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî û Îsraîl nekarîn bigihîjin armanca şer a jiholêrakirina hêza nukleerî û balîstîk a Îranê. Rojnameyê diyar kir tevî ku Îran hîna dikare uranyûmê hilbirîne û dezgehên xwe ji nû ve ava bike, agirbest hate ragihandin. Di heman demê de Netanyahu dîsa ragihand ku "hemû armanc hatine bidestxistin", lê heta  civaka Îsraîlê ji bo vê mijarê bi guman e.

Rojnameyan nivîsîn ku agirbestê rageşî bi dawî nekiriye, lê belê ew paş xistiye. Tevî windahiyan jî, lê Îranê binesaziya xwe ya zanistî û leşkerî parast, di heman demê de Îsraîlê şer wekî derfetek dît ku serdestiya xwe ya leşkerî û istixbaratî nîşan bide. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî wekî hêzek xwedî biryara dawî derket holê, tevî serkeftinek stratejîk a berfireh bi dest nexistiye jî.

Di paşxaneyê de, alozî berdewam e, hemû alî li benda tiştên ku dê piştî "agirbestê" bibin e. Di vê navberê de, li eniyên Xezayê, Lubnanê û Sûriyeyê alozî berdewam e, ev jî nîşan dide ku havîna Rojhilata Navîn hîn sar nebûye.

(k)