Ji ber hebûna baregeha leşkerî şêniyên gundê Şêxorzê nikarin vegerin malên xwe

Çavkaniyên ji gundê Şêxûrza Jorîn yê naveçeya Bilbilê ya Efrînê diyar kirin ku ji ber hebûna baregeheke hêzên taybet yên dewleta Tirk li gund, şêniyên gund nikarin vegerin malên xwe.

Ji ber hebûna baregeha leşkerî şêniyên gundê Şêxorzê nikarin vegerin malên xwe
20 tîrmeh, 2026   14:58
EFRÎN

Ji 2018'an ve dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagirkirbûn û ji wê demê ve bargehên xwe li Efrînê hene.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2018`an de herêma Efrînê dagir kirin, artêşa Tirkiyê li gelek gundan baregehên leşkerî ava kirin.

Yek ji wan baregeha li gundê Xêxûrza Jorîn yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye ku heta nih niha jî dimîne û nehatiye valakirin.

Dewleta Tirk di mehên dawî hin baregehên xwe yên leşkerî li Efrînê vala kirine, lê ber ku bargeha li gundê Şêxûrza Jorîn hîna nehtiye valakirin, şênî nikarin vegerin malên xwe.
Şêniyekî ji gundê Şêxûrza Jorîn ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku bargeha dewleta Tirk a li gundê Şêxorza Jorîn vala nebûye, lê tenê hêzên li baregehên hatine guhertin.

Her wiha diyar kir ku hêzên taybet ên artêşa Tirkiyê û bi çekên giran derbasî baregha li gund bûne.
Heman çavkaniyê destnîşankir ku gundê wan Şêxorza jorîn hîna bargeha dewleta tirk lê heye û gundî nikarin vegerin malên xwe.
Gelek koçberên vegerîne Efrînê ji ber hebûna malbatên çeteyan û bargehên dewleta Tirk nikarin vegerin gund û malên xwe.

(k)
ANHA