Li Hums û Derayê cenazeyên du ciwanan û zarokekê hatin dîtin

Îro li parêzgeha Humsê cenazeyên du ciwanan û li Derayê jî cenazeyê zarokekê hatiye dîtin.

Li Hums û Derayê cenazeyên du ciwanan û zarokekê hatin dîtin
20 tîrmeh, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegîhanê me yê li Humsê agahî da ku îro sibehê (duşemê)  cenazeyên ciwanê bi navê Ekrem Mehmûd Kefa û kurê apê wî Ehmed Kefa li goristana Til El Nesir a bajarê Humsê dîtine. Her du ciwan Ekrem Kefa û Ehmed Kefa ev bûye zêdetirî salekê wendayî bûn.

Li gorî agahiyan her du ciwan meha adarê 2025`an ji pêşiya mala wan revandine û li ser cenazeyê wan şopên işkencê hene.

Nûçegîhanê me yê Derayê jî agahî da ku zaroka bi navê Fereh Emar El Hemûd berî du rojan hatiye revandin. Îro sibehê (duşemê) cenazeyê Fereh Emar El Hemûd li bajarokê Xebaxib ê bakurê Derayê di depoyeke kayê de hat dîtin. Li gorî agahiyên destpêke kesekî ferq kiriye ku bêhn ji depoya kayê tê û dema lê dinêre dibîne ku cenazeyê zarokekê ye.

Li bajarokê Xebaxib berî du rojan malbat û şênî li Fereh Emar El Hemûd geriyabûn û îro sibehê cenazeyê wê dîtin.

(np)