Malbateke û ciwanek ji Sûriyeyê li ser sînorê Lubnanê hatin girtin

Bûyerên girtinê yên li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê zêde dibin, rêkarên ewlehiyê yên têkildarî derbasbûneke “neqanûnî” jî hatine zêdekirin.

Malbateke û ciwanek ji Sûriyeyê li ser sînorê Lubnanê hatin girtin
20 tîrmeh, 2026   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku Hêzên Parêzvanên Sînor ên Sûriyeyê di 18`ê Tîrmehê de malbateke ji Sûriyeyê ku ji jinek û sê zarokên wê pêk tê, di dema ku hewil dane bi rêya yek ji deriyên sînorî yên nêzî bajarê El Qisêr yê gundewarê başûrê Humsê derbasî Lubnanê bibin, girtin.

Çavdêriya Sûriyeyê da zanîn ku Hêzên Parêzvanên Sînor beriya 15 rojan li heman herêmê ciwanek ji Sûriyeyê ku hewil dida bi rêyeke “neqanûnî” derbasî Lubnanê bibe jî girtine.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê bûyerên bi vî awayî bandora rêkarên zêde yên ewlekarî ser sînorê di navbera Sûriyeyê û Lubnanê nîşan dide, girtina xelkê metirsiyan zêde dike.

(sb)