Ji ber êrişê 50 gund bê av man

Ji ber hedefkirina stasyona Hîşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, 50 gund bêyî ava vexwarinê mane.

Ji ber êrişê 50 gund bê av man
11 îlon, 2024   13:39
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundên Hedriyat û Fatsa yên rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Di encama topbaranê de zirar gihaşt xetên ceyranê didin stasyona ava vexwarinê ya Hîşe ya di gundê Hedriyat re derbas bibe.

Di encamê de stasyona Hîşe ku avê dide 50 gundên bajarokê Hîşeyê, ji xizmetê derket.

Saziyên têkildar dest bi sererastkirina xeta ceyranê dide sastasyonê kiriye.

(bb)