Ji ber erdhejê 17 kes li Hemayê birîndar bûn

Li rojhilatê bajarê Hemayê erdhej çêbû û di encamê de 17 welatî birîndar bûn û gelek jî tirsîn.

Ji ber erdhejê 17 kes li Hemayê birîndar bûn
16 tebax 2024   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa hikumeta Şamê SANA'yê ragihand ku di erdheja li rojavayê bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê de 17 welatî birîndar bûne.

Rêveberê Nexweşxaneya Niştîmanî ya Selemiyê Osama Milhim ji SANA`yê re diyar kir ji ber tirsê dema şênî ji malên xwe derdiketin, 12 welatiyên birîndar bûne. Her wiha 5 kesên din jî bi panîkê ketin û li nexweşxaneyê hatin dermankirin.  

Navenda Niştîmanî ya Erdhejan ragihand ku saet di 13:15'an de erdhejek rû daye û da zanîn ku navenda erdhejê 23 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Hemayê bû.

(mh)