Ji ber binpêkirinan gihandina avê ji bo Hesekê sekiniye
Gerînendetiya Avê ya Hesekê ragihand ku ji ber 78 binpêkirnên li xetên avê, gihandina avê ber bi Hesekê ve rawestandin. Binpêkirin tên çareserkirin.
Gerînendeya Avê ya Hesekê civîneke çapemeniyê li stasyona Ezîziyê ya li bajarê Hesekê li dar xist û têkildarî gihandina avê ber bi bajar ve, daxuyanî da.
Daxuyanî ji aliyê hevşaredarê Hesekê Macid Îsmaîl ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî sererastkirina kanalê avê ya Xabûrê, projeya gihandina avê ber bi bajarê Hesekê kete qonaxa tecrubekirinê. Hate gotin: "Di qonaxa tecrubekirinê de 22 tade (binpêkirin) li boriyên sereke yên kişandina avê li kantona Dêrazorê hatin dîtin. Ev binpkirin ji herêma Siwerê heta bajarokê Saedayê ne. Her wiha 56 binpêkirin li boriyên sereke yên li kantona Cizîrê (ji bajarokê Seda heta stasyona Elway) hatin dîtin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerînendetiyê gihandina avê ji bo Hesekê rawestandiye û hate gotin, tîmên avê yên li kantonên Dêrazor û Cizîrê, li gel hêzên ewlekariyê dest bi rakirina binpêkirinan kiriye da ku av bighîne bajar.
(bb)
ANHA