Li Til Hemîsê terzîxaneyek hat vekirin

Komîteya Jinan a Şaredariya Gel a Til Hemîsê, terzîxaneyek ji bo jinan vekir.

Li Til Hemîsê terzîxaneyek hat vekirin
Li Til Hemîsê terzîxaneyek hat vekirin
Li Til Hemîsê terzîxaneyek hat vekirin
8 tîrmeh 2024   15:44
QAMIŞLO

Komîteya Jinan a Şaredariya Gel a Til Hemîsê ya kantona Cizîrê, terzîxaneyek ji bo jinan vekir.

Di terzîxaneyê de 5 makîneyên dirûtinê û makîneyeke kewîkirina cilan hene.

Rêvebera Komîteya Jinan a şaredariyê Şirûq El Manai diyar kir ku wan ji bo peydakirina derfetên kar ji jinan re, terzîxane vekiriye û got niha 10 jin di kargehê de dixebitin.

Şirûqê destnîşan kir ku ew tevahî pêdivî, qumaş, ta û makîneyan ji bo jinan peyda dikin û got jinên cilan didirûn û difiroşin, para xwe ji firotinê digirin.

Şirûq El Manai got li gorî budçeya giştî ya şaredariyê dê kargehên dirûtinê li gundên Til Hemîsê jî vekin.

(bb)

ANHA