Ji ber bilindbûna ava çemê Xabûrê xetereya lehî çêbûye 

Pisporan hişyar da ku ji ber barana zêde asta çemê Xabûr bilind bûye û dibe ku lehî rabe.

Ji ber bilindbûna ava çemê Xabûrê xetereya lehî çêbûye 
16 adar, 2026   13:53
HESEKÊ

Li Sûriyeyê di encama barana zêde de li gelek bajaran ava baranê kom bûye û li hinek herêman ava çeman zêde bûye û lehî rabûne.

Rêveberê çavkaniyên avê li Hesekê Ebdulezîz Emîn agahî da ku rêjeya ava çeman ji ber baranê zêde bûye û gur diherike. Her wiha hişyarî da ku mimkun e di saetên pêş de lehî rabe û bang li malbatên nêzî qeraxên çemê Xabûrê dimînin kir ku tedbîrên xwe bigirin.

Ebdulezîz Emîn daxuyanî da dezgehên çapemeniyê û got ji ber baran zêde dibare û rêjeya çemên Cerceb û Zirgan bilind bûye, leza herikîna çemê Xabûr di saetekê de 50 km derbas kiriye. Her wiha bang li malbatên nêzî qeraxên çemê Xabûr kir ku mimkun e lehî rabe û divê tedbîrên xwe bigirin.

Îro sibehê ji ber rêjeya ava çemê Xabûr bilind bûbû li rojavayê bajarê Til Temir rêya navneteweyî M4 hatibû girtin.