Li Bakur û Başûr Şehîdên Halebcê hatin birîanîn

Ji ber salvegera komkujiya Helebceyê li bakurê û Başûrê Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Li Bakur û Başûr Şehîdên Halebcê hatin birîanîn
16 adar, 2026   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi wesîleya 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 

ŞİRNEX

Ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li Şirnexê li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajêr ji bo Helebçê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em komkujiya Helebçe şermezar dikin, ji bîr nakin’ hat vekirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

WAN

Li Wanê DEKUP, li Qada Kentê daxuyanî da û pankarta "Komkujiya Halepçê ji bîr neke" hat vekirin û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha piştî daxuyaniyê girse berê xwe da pêşangeha wêneyan a ku li avahiya KESKê hatî vekirin.

SILÊMANIYE

Bi boneya bîranîna 38’emîn salvegera şehîdên Komkujiya Helebceyê, Komeleya Hunera Milî ya Kurdistanê, li ber derê Sera ya li parêzgeha Silêmaniyê, çalakiyên hunerî lidarxist.

Di çalakiya bîranînê de tevî hunermendan, gelek helbestvan, çalakkvan û welatî jî amade bûn. Hunermendan sîrûda ‘ey şehîd, ey reqîb û min bi tenê nehêlin’ gotin.

Hêjayî gotinê ye îsal ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYA’yê de, Hikumeta Herêmê biryar da ku ti merasîmên girseyî neyên lidarxistin.