HRANA: Di 24 saetan de 11 kes mirin 22 jî birîndar bûn

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 22 welatî jî birîndar bûne.

HRANA: Di 24 saetan de 11 kes mirin 22 jî birîndar bûn
16 adar, 2026   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl-Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li ser 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 454 êriş pêkaniye ku 28 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.

Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 22 welatî jî birîndar bûne. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser bajarên Tehran, Sine, Îsfehan, Fars, Bendel Eba, Erak, Hemedan, Tewrêz û Ehwaz hatine pêkanîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hezar û 330 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku ji vane 206 zarok bûn.