Jêdereke debarê ya li ber xetereya hişkesaliyê; pincarên biharê

Li gundewarên bajarê Hesekê ku berê çavkaniyeke debarê bû, îro jî bi xetereya ziwabûnê rû bi rû ye, Nawal Ahmed her sibeh li ser zeviyên zuha, ji bo komkirina pincaran dikeve rê. Ev giya ji bo gelek malbatan çavkaniyeke bingehîn a jiyanê bûne. Malbatên ku nekarîbûn alternatîfeke din a debara xwe bibînin û debara xwe ya aborî pêk bînin, berê xwe didin komkirina pincaran.

Jêdereke debarê ya li ber xetereya hişkesaliyê; pincarên biharê
Jêdereke debarê ya li ber xetereya hişkesaliyê; pincarên biharê
Jêdereke debarê ya li ber xetereya hişkesaliyê; pincarên biharê
Jêdereke debarê ya li ber xetereya hişkesaliyê; pincarên biharê
Jêdereke debarê ya li ber xetereya hişkesaliyê; pincarên biharê
9 nîsan, 2025   05:15
HESEKÊ
BAZ MORDEM

Ji ber şert û mercên zehmet ên aborî yên li herêmê, gelek jinên li gundan dijîn bi komkirina pincaran û firotina wan li bazaran hewl didin debara jiyana malbatên xwe bikin. Yek ji van jinan jî Newal EId El Ehmed a 50 salî ye û ji gundê Hemma yê Hesekê ye.

Di van rojan de ku zeviyên ku berê şîn bûn, hişk û bê ber bûne, Newal Ehmed her sibe ji bo berhevkirina giyayan dimeşe. Bi saetan, ew her parçeyek giyayê ku dikare berhev bike bi baldarî hildibijêre û wan ji bo firotinê yan jî ji bo xwarinê bi kar tîne.

Li hemberî şert û mercên zehmet ên jiyanê û rewşa aborî ya xirab, giya ji bo gelek malbatan bûne çavkaniya bingehîn a debarê. Lê tevî kedên mezin ên jinên li gundan dijîn jî, hişkesalî vî karî dijwartir dike. Êdî giya bi qasî berê zêde nemane, ji ber vê yekê jin neçar dimînin ku dûrtir biçin û bi saetên dirêj bixebitin.

Newal Ehmed dibêje: "Em giyayan berhev dikin û piştre li bazara Hesekê difiroşin da ku debara xwe pê bikin.”

Bi taybetî tolik, îsal zêde tê xwestin. Kîloyeke giyayên biharê bi bihayê 4 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û ev kar ji bo gelek malbatan dibe çavkaniya debarê.

Giyayên biharê yên wekî parpar û kerengan ku gelek vîtamîn û mîneral tê de hene, ne tenê alternatîfeke xwarina tendurist in, lê di tedawiya kevneşopî de jî ji bo dermankirina gelek nexweşiyan têne bikaranîn.

Jinên gundan, bi bikaranîna van giyayan di xwarinên kevneşopî de çanda xwarinê ya herêmê zindî dihêlin û hewcedariya kirîna sebzeyên biha kêm dikin.

BANDORA ZIWABÛNÊ LI SER MEZINBÛNA GIYAYÊN XWEZAYÎ

Gundewarên bajarê Hesekê jî wekî herêmên din îsal jî bi ziwabûneke giran re rû bi rû ye. Newal Ehmed dibêje: "Ji ber ziwabûnê giyayên biharê têra xwe şîn nebûne, lewma em nikarin bi qasî salên borî berhev bikin."

Lê vegera çavkaniyên xwarinên xwezayî di şert û mercên dijwar ên aborî de çareseriyek domdar pêşkêş dike. Çinîna giyayên biharê ewlehiya xwarinê ji bo malbatên xizan zêde dike, an go bikaranîna nebatên xwezayî tenduristiyê jî diparêze û bikaranîna gubre û dermanên kîmyayî yên ku jîngehê qirêj dikin kêm dike.

BANGEWAZIYÊN DESTEK Û ALÎKARIYÊ

Li hember van zehmetiyan Newal Ehmed û jinên gundan banga piştevaniya cotkaran dikin. Ew hêvî dikin ku li hember ziwabûn û kêmbûna hilberîna çandiniyê rayedar çareseriyên domdar pêşkêş bikin.

Komkirina pincaran ji bo jinên gundî çareseriyeke demkî ye. Lê, di demeke dirêj de pêdivî heye ku piştgiriyeke bêhtir û domdar were peydakirin da ku ev malbat bikarin debara xwe bikin.

ANHA