Serdozgerê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê giliyê dagirkeriya Tirk kir

Serdozgerê Giştî yê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Mihemed Rêkanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Federal a Kurdistanê gilî kir.

Serdozgerê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê giliyê dagirkeriya Tirk kir
8 nîsan, 2025   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdozgerê Giştî yê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Mihemed Rêkanî têkildarî dagirkerî û rêgiriya leşkerên Tirk a ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê bi belgeyeke fermî gilî kir.

‘SEROKKOMAR Û SEROKÊ HIKÛMETA HERÊMÊ LI GORÎ YASAYÊ TEVGER BIKIN’

Gilînameya Serdozger ya ji bo Serdozgeriya Herêma Federal a Kurdistanê re şandî wiha ye:

“Serweriya xaka Herêma Kurdistanê di çarçoveya serweriya xaka welatê Iraqê de ye, her binpêkirina li ser herêmê bê kirin, tê wateya binpêkirina destûra Iraqê ya madeya 8 -67 ya 2005’an a Iraqê. Erka Serokkomarê Iraqê li gorî madeya jor hatî îfadekirin divê serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêze. Bi heman rengî erkê Serokê Herêma Kurdistanê jî li gorî wê sonda dayî ya li gorî madeya 9 ya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya sala 2005’an hatiye danîn ku yekîtî û berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê biparêzin, tevger bike.

‘EV YEK BINPÊKIRINA YASAYA IRAQ Û HERÊMÊ YE’

Li gorî ew dîmenên ku derdikevin leşkerên artêşa Tirk a li ser xaka Kurdistanê rê li welatiyên sivîl ên Kurdistanê digirin ku biçin ser cih û gundên xwe. Ev yek tê wateya binpêkirina destûra yasayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê. Tê wateya sivikatiyê li welatina û binpêkriina mafê xelkê Kurdistanê. Ji bo wê daxwaz ji we dikin ku li gorî yasayê tevger bikin. Li gorî yasaya heyî li dijî vê van binpêkirinan û aliyên xemsariyê bikevin nava liv û tevgerê.”