‘Divê dewleta Tirk bi zelalî nêzî Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibe’

Endamên Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan wek derfeta aştiyê û parastina tifaqa di navbera gelan de nirxand. Her wiha tekez kirin ku ew peyam dikare pêvajoya aştiyê bi pêş de bibe û demokrasiyê bi pêş bixe.

‘Divê dewleta Tirk bi zelalî nêzî Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibe’
9 nîsan, 2025   02:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Di 27’ê Sibata îsal de Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk da û vê bangê li qada navneteweyî û ya herêmî deng veda.

Endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Bedran Hemo ev peyam wek peyameke dîrokî bi nav kir û wek yek ji qonaxên herî girîng ên dîroka doza Kurd nirxand. Hemo da zanîn ku ev peyam encama fedakarî û berxwedana bi salan a Rêber Abdullah Ocalan e.

Hemo bal kişand ser sedemên peyama aştî û civaka demokratîk û wiha got: "Rêbertî di peyama xwe de bi awayekî zelal biryardariya xwe ya çesipandina zimanê diyalog û têgihiştinê li şûna zimanê şer û xwînrijandinê nîşan da, ji ber ku haya wî ji hesasiyeta rewşê heye û ji bo şaşiyên dîrokî careke din dubare nebin, hewl dide li herêmê aramiyê ava bike û têkiliyên neteweyî yên Tirk û Kurdan xurt bike. "

Têkildarî helwestên piştî peyamê jî Hemo got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê bersiva peyamê da, her wha civaka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê rastiya avakirina neteweyekê bi rêya diyalogê û bêyî bikaranîna hêza tune pejirand. "

Hemo her wiha got: "Lê belê helwesta Tirkiyeyê şêlo û ne zelal e û bi awayekî zelal nêzî peyamê nebûye. Êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ku aştiyê asteng dike, vê rastiyê nîşan dide.”

‘DIKARE TEV LI PÊVAJOYA AŞTIYÊ BIBE Û BI SER BIKEVE’

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amna Xidiro jî bal kişand ser fikra Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku ew weke ronakbîrekî ku mafên gelên bindest distîne bi nav kir.

Amna Xidiro li ser nirx û prensîbên ku Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li ser wan hatiye avakirin axivî û got: "Ji roja damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê heta niha her tim aştî xwestiye û li gorî vê yekê ji bo guhertina rewşa kurdan têkoşiyaye. Her wiha xwestiye têkiliyên dîrokî yên pêkhateyên Tirk û Kurd ji nû ve saz bike û mafên gelên ku azadiya wan hatiye desteserkirin, pêk bîne.”

Amna Xidiro got: "Pêşniyarên Rêbertî berfireh û zelal in, daxwazên civakan ên dîrokî yên mafên civakî pêk tîne. Hemû cîhan ji wan bandor bûye. Hemleyên ku azadiya rêbertî ya fîzîkî dixwazin, berhema têkoşîn û fedakariya wî ye, ji ber ku baweriya wan heye ku dikare aştiyê pêk bîne, mafên hemû pêkhateyan misoger bike û civaka demokratîk ava bike.”

Amna Xidiro destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan mirovekî aştîxwaz e, ji ber ku di vê qonaxê de berpirsyariya dîrokî hildaye ser milê xwe û dikare tev li pêvajoya aştiyê bibe û bi ser bikeve. Her wiha destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bizane ku gelek heye rastî çewisandinê hatiye, lê tevî wê jî dest ji têkoşîna xwe bernedaye.

(k)