Îxwan El Muslimîn bang kir; li hember dewleta Urdinê bisekinin

Piştî ku koma "Îxwan El Muslimîn" li Urdinê hat qedexekirin, koma li derveyî Urdinê, bang li alîgirên xwe kir ku stratejiya xwe biguherînin û li hember dewleta Urdinê bisekinin.

Îxwan El Muslimîn bang kir; li hember dewleta Urdinê bisekinin
24 nîsan, 2025   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma "Îxwan El Muslimîn" bi daxuyaniyekê bang li alîgirên xwe kir ku stratejiyên xwe biguherînin û li hemberî rejîmên dewletên Ereban ên ku piştgirî nedaye doza Filistînê û bi Îsraîlê ve girêdayî ne, bisekinin. Her wiha komê diyar kir ku êdî ne derfeta dudilî yan jî hesabên teng heye, berevajî dem dema pêkanînê ye.

Li gorî ku komê idîa kiriye, rûbirûbûna li hember wan rejîman êdî erkek û rêya tekane ya rizgarkirina El Eqsayê ye.

Urdunê duh ragihand ku koma "Îxwan El Muslimîn" qedexe kiriye û milkên wan desteser kirine, piştî ku têkiliya wê ya bi planeke xerabker re ku di hefteya borî de çêbûye, hat îsbatkirin.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Urdinê Mazin El Feraya diyar kiribû ku wê tevahî çalakiyên îxwanan werin qedexe kirin û çi çalakiyek dijî qanûnê bin tê cezakirin û hesab tê pirsîn.

(mh/fr)