Sibe Oldarên Durzî serdana gora pêxember Şueyb dikin

Ev cara yekemîn e ku Îsraîl rê dide 600 oldarên Durzî yên Sûriyeyî ku serdana gora olî ya li Îsraîlê bikin.

Sibe Oldarên Durzî serdana gora pêxember Şueyb dikin
24 nîsan, 2025   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz qebûl kir ku 600 oldarên Durzî yên Sûriyeyî  serdana gora pêxember Şueyb a li Îsraîlê bikin.

Li gorî malpera "Walla" ya Îsraîlê, ev wê cara yekem be ku Îsraîl rê dide Durziyên Sûriyeyî ku derbasî Îsraîlê bibin û li wir şevekê bimînin û di roja din de vegerin Sûriyeyê.

Walla texmîn kir ku artêşa Îsraîlê di dema serdanê de amadekariyên xwe li herêmêa bakur xurt bike û çavdêriyê li derbasbûna oldaran di sînor re bike.

Di Adara borî de jî, Katz rê da 60 oldarên Durzî ku derbasî Îsraîlê bibin, rêberê ruhî ya mezheba Durziyan li Îsraîlê Şêx Muwefeq Terîf bibînin û serdana cihê olî yê li gel Durziyan pîroz e, bikin.

(mh/fr)