Cotkarên Reqayê dest bi çinîna fêkiyan kir
Cotkarên kantona Reqayê dest bi çinîn û berhevkirina alûyan kir ku li herêmê bi navê ‘hilûk’ têne naskirin.
Çandina darên fêkiyan li kantona Reqa bi saya hebûna avhewayeke guncaw û axa bibereket, çandiniyeke serkeftî ye, bi taybetî darên behîv, tirî û hinarê. Çandiniya wan daran li gundewarên başûr, bi taybetî li devera El Kisrat, belav bûye û niha rûbereke mezin a zeviyên çandiniyê digire.
Çend cureyên daran tên çandin, wekî behîv, hirmî, mişmiş, incas (alû), tirî û gûz.
Cotkaran li gundewarên başûrê Reqayê dest bi çinîna hilûkan kir. Cotkar ji bo çinînê hevkariya hev dikin, her wiha derfetên kar ji bo gelek kesan peyda bû.
Cotkarê bi navê Teysîr Ehmed El Elîs ku ji gundewarên rojavayê Reqayê ye, der barê mijarê de got: "Çandina darên fêkî di sala 1999'an de li Reqayê dest pê kir, li kêleka çandiniyên kevneşopî yên wekî genim û ceh. Lê di deh salên dawîn de geşbûneke berbiçav di vê çandiniyê de çêbûye ku hejmara darên fêkî li herêmê gihaşt 500 hezarî.”
Jimara darên fêkî û darên zeytûnan li kantona Reqayê diyar nebûye. Rûbera zeviyên avdayî li kantona Reqayê 93 hezar hektar e, rûbera zeviyên avî yên ku li kêleka çem û kaniyên çandiniyê 190 hezar donim û rûbera zeviyên bi ava bîran têne avdan jî 140 hezar donim e.
(k)
ANHA