Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe li dar dixe

Civîna 95’an a asayî ya Meclisa Demokratîk a Gelan dest pê kir. Hilbijartina endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî û dengdayîna ji bo pêşniyara îstîfayê ya hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalid rojevên civînê ne.

Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe li dar dixe
Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe li dar dixe
Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe li dar dixe
Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe li dar dixe
Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe li dar dixe
Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe li dar dixe
14 adar, 2024   11:17
REQA

Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya asayî li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê li dar dixe. Hevserokên Meclisa Demokratîk a Gelan û endamên meclisên gelan ên her heft kantonan, beşdarî civînê bûne.

Rojevên civînê ji aliyê hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Sîham Qeryo ve hatin xwendin.

Çav li rê ye ku 10 endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî û endamên nû yên Meclisa Demokratîk a Gelan werin hilbijartin. Her wiha dê nûkirina Meclisa Malbatên Şehîdan û pêşniyara îstîfayê ya hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalid bikevin dengdanê.

(bb)

ANHA