Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 14 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê careke din herêma Xeza bombebaran kir. Li gorî agahiyan di encama bombebaranê de 14 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara kuştiyan derketiye 64 hezar û 455 kesî. Neteweyên Yekbûyî (NY) rewşa li Xezayê bi “komkujiyê” pênase kir.

Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 14 kes hatin kuştin
8 îlon, 2025   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristî li herêma Xezayê îro ragihand ku herî kêm 14 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne. Piraniya qurbaniyan ji ber bombebarana artêşa Îsraîlê ya di saetên dawiya şevê de ye.

Bombebarana artêşa Îsraîlê li ser taxa Şêx Ridwan pêk hat. Hate gotin ku balafirên şer û yên bêmirov malên welatiyan bombebaran kir. Li taxên El Remal, Til El Hewa û El Nesir jî hin mal hatine bombebarankirin. Di herêma El Şalêhat a rojavayê Xezayê jî konên welatiyên koçber tê de bi cih bibûn, hatin bombebarankirin. Li herêma El Mewasî ya rojavayê Xan Yûnis jî konên koçberan hatin bombebarankirin.

Li gorî wezareta tenduristiyê ya Xezayê ji 7’ê cotmeha sala 2023’yan û heta niha hejmara qurbaniyan bûye 64 hezar û 455 kesî. Li gorî wezaretê piraniya qurbaniyan jin û zarok in. Di heman demê de 162 hezar û 776 kes birîndar bûne. Tê gotin hîn cenazeyên welatiyan di bin bermahiyan û li ser rêyan de asê mane, hene. Tîmên parastina sivîl û embulans nikarin xwe bigihînin wan cenazeyan.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Mafê Mirovan Folcer Tork daxuyaniyên ji berpirsên Îsraîlê yên vî warî de derdikevin bi xîtaba “tunekirinê” pênase kir. Her wiha hişyarî da ku Xeza veguheziye goristanê û banga tevgera navneteweyî ya lezgîn a ji bo dawîkirina komkujiyê, kir.

Folcer diyar kir ku astengkirina gihandina alîkariyan û êrişa li dijî sivîlan “Sûcê şer” e.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hişyarî da û got ku dê “Bahozek felakatê îro li Xeza pêk were” û destnîşan kir ku dê êrişên wan ên leşkerî berfirehtir bibin, û got ji bo Hemasê ev hişyariya dawî ye.

Serokwezîrê Spaniyayê Beydro Santchiz ragihand ku ew ê rêze biryarên lezgîn ji bo rawestandina “Komkujiya li Xezayê” bidin destpêkirin. Di nav de qedexeya firotina çekan ji Îsraîlê re, nehêlin keştiyên sotemeniyê ji bo artêşa Îsraîlê hildigirin, derbasî benderên Spanyayê bibin.

Pêşketinên leşkerî û bombebarana Îsraîlê ya li dijî Xeza di demekê de hewldanên navneteweyî yên rawestandina êrişan û destpêkirina agirbesteke mirovî li herêma Xezayê pêk tê.

(dc)