Di 8 rojan de 45 kes hatin kuştin

Li herêmên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de û herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker hatine ve hatine dagirkirin di 8 rojên dawîn de 45 kes hatin kuştin.

Di 8 rojan de 45 kes hatin kuştin
8 îlon, 2025   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de û herêmên bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de tundî û sûcên qetilkirinê dewam dikin.

Li Şamê, Dera, Humsê, Tartûs, Reqa, Heleb, Hema, Siwêda û Dêrazorê, ji destpêka vê Îlonê (2025) ve di bûyerên di bin navê "tolhildanê" de,  teqandina bermahiyên şer, êriş, her wiha îşkenceya di girtîgehên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de 45 kes hatin kuştin.

Li Siwêdayê jî ji navîna Tîrmehê ve 2 hezar û 25 kes di encamên şer, înfaz li kolanan û êrişên Îsraîlê de  hatin kuştin.

Agahiyên berfireh der barê kuştiyan de wiha ne:

1ˊê Îlonê

Li derdora pira bajarokê Seyda ya bakurê Derayê, ciwanek ji Siwêdayê di encama gulebaranê de hat qetilkirin.

Li taxa Feraya ya bajarê Hemayê ciwanek ji aliyê çekdarên nenas ve hat qetilkirin.

Li ser rêya Hums-Tartûsê şêniyek ji gundê Mezrea hat qetilkirin.

Li sûka Niswan (Jinan) a li gundewarê Şamê cenazeyê ciwanekî 25 salî darvekirî di mala wî de hat dîtin.

Li Şam û Derayê di pîrozbahiyên encamên ezmûnên amadehî de yek jê zarokek keçîn, 3 kes ji ber guleyên bêserûber hatin qetilkirin.

Li devera Kerem Zeytûnê ya Humsê û gundê Zekat ên Hemayê yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin.

Li gundê Nezîha yê başûrê Helebê de ciwanek  ji ber nakokiyên malbatî hat qetilkirin.

2ˊyê Îlonê

Li gundê Xanim E Elî yê rojhilatê Reqayê şêniyek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Nahte yê Derayê şêniyek dema bi çekê dilîst qeza kir û jiyana xwe ji dest da. Li ser rêya kargeha êm a Iskender a di navbera bajarokên Eqreb-Hemayê de, cenazeyê endazyar Elî Muhsin Îbrahîm ê ji gundê Bolis kuştî hat dîtin.

Bijîşk Basil Zêno li pêş klînîka xwe ya li taxa Cemîliyê ya Helebê kuştî hat dîtin.

3 şêniyan dema hewl dide di Serêkaniyê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin, îşkence li wan hat kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

3ˊê Îlonê

Li bajarokê Teyana yê rojhilatê Dêrazorê yê di bin kontrola Hikumeta Veguhêz de zarokekê ji ber pevçûnên di navbera eşîran de jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Miztefa Hemîdiyê ya Hemayê kesekî bi guleyan hatin qetilkirin.

Li taxa Qadî Esker a Helebê ciwanek bi guleyan hat qetilkirin.

Ciwanek ji Siwêdayê di girîgehên hêzên hikumeta veguhêz de  ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

4ˊê Îlonê

Di êrişa hewayî ya li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê de "Ebû Farûq El Îgorî" yê ji Partiya Îslamî ya Tirkistanî" ye û "Ebû Selama" yê ku serkirdeyê "Heyet Tehrîr El Şam" bû, hatin kuştin.

Li gundê Şêx Elî yê Etarib yê rojavayê Helebê di êrişeke çekdarî de ciwan hat qetilkirin.

Li Herêma Seken El Şebabî ya Hemayê di êrişa çekdarî de 3 kes hatin qetilkirin.

Li taxa Beramkê ya Şamê jina bi navê Mehasin El Sewaf bi kêran hat qetilkirin.

Li gundewarê başûrê Idlibê cenazeya kesekî ku bi gelek guleyan hatiye kuştin, hat dîtin.

Li bajarokê Medaya yê Şamê ciwanek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Zama yê Ceblê ciwanekî 20 salî hat qetilkirin.

5ˊê Îlonê

Li qeraxên çemê Firatê li nêzî gundê Beqres ê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê zarokekî 15 salî hatibû qetilkirin, hat dîtin.

Li ser rêya bajarokê Meiret Deftên ê rojavayê Hemayê ciwanek di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin.

Li taxa Siwêqa ya Şamê şêniyek di encama pevçûnekê de hat qetilkirin.

6ˊê Îlonê

Li nêzî firina otomatîk a li bajarê Inxil ê bakurê Derayê şêniyek di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Betiya yê rojavayê Idlibê kesekî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe qetil kirin.

Li bajarê Hoş Ereb ê rojavayê Şamê kesên rûgirtî şêniyek qetil kir û dayika wî birîndar kir.

7ˊê Îlonê

Li taxa Menax a Hemayê  çekdaran ji malbata Elûş kesek revandin.

8ˊê Îlonê

Li gundê Qeniyê El Asî yê bakurê Humsê çekdarên nenas di pencereya malekê re gule li kesekî 48 salî reşand û qetil kir.

Li bajarê Dêrazorê endamekî Foca tîmên endazyariyê ya girêdayî Hikumeta Veguhêz, dema karê xwe yê bêbandorkirina mayînan dikir, mayîn teqiya û jiyana xwe ji dest da.

(fr)

ANHA