Îsraîlê serkirdeyekî ‘Elwiyet El Nasir’ kuşt
Artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê operasyoneke leşkerî pêk anî û di encamê de serkirdeyê ‘Elwiyet El Nasir’ Ehmed Serhan kuşt û çend kes ji malbata wî jî girtin.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û yên xwecih îro artêşa Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê operasyoneke leşkerî pêk anî û di encamê de serkirdeyekî filistînî hat kuştin û çend kes ji malbata wî jî hatin girtin.
Çavkaniyan aşkera kir ku "hêzeke taybet ya Îsraîlê bi cil û bergên sivîl derbasî derdora kolana Tabûra 5’an bû û Ehmed Serhan ê serkirdeyê Elwiyet El Nasir baskê leşkerî yê Komîteyên Berxwedana Gel, kuşt."
Çavkaniyan diyar kirin ku termê Sarhan birine Nexweşxaneya Nasir.