Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê û Qamişloyê li dijî kesên bazirganiya çekan û madeyên hişbir dikir, operasyon li dar xistin. Di her du operasyonan de 6 gumanbar hatin destgîrkirin.

Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
Li Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî bazirganên hişbir û çekan
19 gulan, 2025   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî 2 daxuyanî dan û têkildarî operasyonên hêzên wan ên li dijî bazirganên çekan û madeyên hişbir agahî parve kirin.

Li gorî agahiyên hatine dayîn, li Hesekê 3 kesên ku komeke çekdar ava kiribû û bazirganiya çek û madeyên hişber dikir, hatin destgîrkirin. Li gel kesên destgîrkirî gelek çek û heb û madeyên din ên hişbir jî hatin desteserkirin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn 18’ê Gulanê li taxa Hilko ya Qamişloyê operasyonek kir û di encamê de 3 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikir, hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniya têkildarî operayonê de hate gotin: “Hêzên me demildest cihên wan tespît kirin û avêtin ser wan û di encamê de gelek madeyên hişbir di destê wan de hatin desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniyan her şeş gumanbar piştî tedbîrên pêwîst, ji Dozgeriay Giştî re hatine şandin.