Îsraîlê navendek tenduristiyê kir hedef: 12 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser navendeke tenduristiyê de 12 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.

Îsraîlê navendek tenduristiyê kir hedef: 12 kes hatin kuştin
14 adar, 2026   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê  bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser navenda tenduristiyê ya bajarokê Burc Qelawiya ya başûrê Lubnanê de, wekî bîlançoya pêşîn 12 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.

Beriya vê êrişê jî li bajarokekê Sewana yê başûrê Lubnanê ekîbên ambulancê hatin hedefkirin, di encamê de 2 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di serdana xwe ya Beyrûtê de banga agirbestê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kir. Her wiha bangeke lezgîn a 325 milyon dolarî ''ji bo piştgiriya bersiva mirovî û alîkariya koçberên li hundirê Lubnanê'' kir.

(bb)