Îsraîlê mûşekek ji Yemenê ve hatiye avêtin bêbandor kir

Artêşa Îsraîlê mûşekek balîstî ku ji Yemenê ve hatiye avêtin bêbandor kir û ji bo tedbîrgirtina ketina parçeyên mûşekan balafirgeha Ben Gurion girtiye.

Îsraîlê mûşekek ji Yemenê ve hatiye avêtin bêbandor kir
3 îlon, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku mûşekek balîstî ku ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin, bêbandor kiriye.

Medyaya Îsraîlê daxuyand ku dengên teqînan li El Qudsê hatiye bihîstin. Rayedaran ji bo pêşîlêgirtina ketina parçeyên mûşekan balafirgeha Ben Gurion girt.

Ji destpêka şerê li Xezayê yê 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve Hûsî bi mûşekên balîstî û balafirên bêmirov êrişî Îsraîlê dikin û di Deryaya Sor de êrişî keştiyên bazirganiyê yên girêdayî îsraîlê dikin. Pergalên parastinê yên Îsraîlê yên Îsraîlê bersiva piranî êrişan didin.

Ji Tîrmeha 2024ˊan ve Îsraîlêbi êrişên asîmanî li dijî nuqteyên Hûsiyan li Yemanê bersiva êrişên Hûsiyan dide.

(fr)