Tîmeke Misrê ji bo derxistina cenazeyên Îsraîlê derbasî Xezayê bû

Tîmeke Misrê, bi armanca alîkariyê û derxistina cenazeyên rehîneyên Îsraîlê derbasî Şerîda Xezayê bû. Medyaya Îsraîlê ev gav weke "tawîzdana ji Tel Avîvê" ve bi nav kir û da zanîn ku bi zextên Amerîkayê pêk hat.

Tîmeke Misrê ji bo derxistina cenazeyên Îsraîlê derbasî Xezayê bû
25 cotmeh, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Times Of Israel" da zanîn ku tîmeke Misrê bi alav û wesayîtên taybet ji bo derxistina cenazeyên rehîneyên Îsraîlê yên li Xezayê, derbasî Şerîda Xezayê bû.

Rojnameyê ku xwe spartiye berpirsekî berevaniyê diyar kir ku ev gav "bi erêkirina rêveberiya siyasî ya Îsraîlê pêk hat.

Malpera "Axios" a Amerîkayê ku xwe spartiye berpirsekî ewlekariyê yê Îsraîlê heman tişt teqez kir û diyar kir ku ev gav bi erêkirina Îsraîlê bû û "Rêveberiya siyasî ya Îsraîlê li ser daxwaza Misirê erê kir. Tîm û amûrên Misrê tavilê derbasî Şerîda Xezayê bûn ku erkên xwe di çarçoveya vegerandina cenazeyên rehîneyan de pêk bînin."

Radyoya Îsraîlê diyar ku ev yek wekî tawîza ji Îsraîlê ya ji ber zexta Amerîkayê ye, nexasim ku Tel Avîv derbasbûna tîmên biyanî ji bo Şerîda Xezayê red dikir û dibêje "Tevgera Hemasê dikare wê yek bi tena xwe bêyî alîkariya ji derve, bike."

Radyoyê li gorî çavkaniyan destnîşan kir ku Washington nahêle Tel Avîv li dijî Hemasê cezayan an jî tedbîrên tolhildanê, bi sedema nevegerandina Hemasê ya cenazeyên rehîneyan, ferz bike.

(mh/fr)