Îsraîlê li Îranê xist: Serokê Fermandariya Giştî mir

Hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê de Serokê Fermandariya Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî û Fermandarê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê Huseyîn Selamî jî di nav de 5 kes mirin.

Îsraîlê li Îranê xist: Serokê Fermandariya Giştî mir
13 hezîran, 2025   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya vê siharê de Serokê Fermandariya Giştî Muhammed Bakirî û Fermandarê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê Huseyîn Selamî jî di nav de 5 kes mirin û gelek kes birîndar bûne.

Zanyarên nukleer Ferîdun Abbasî û Muhammed Mehdî Tehrançi jî di nava kesên mirî de ne.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê “pir serketî” ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Erakçi diyar kir ku bersiva Îranê ya ji bo Îsraîlê, ‘mafê rewa û qanûnî’ yê Tehranê ye.