Di konferansa Siwêdayê de banga sîstemeke nenavendî hat kirin

Di encamnameya konferansa Siwêdayê de banga pergaleke nenavendî û bicihanîna daxwazên xelkê herêmê hat kirin. Her wiha teqezî li ser yekitiya xaka Sûriyeyê hat kirin û danezana destûrî ya desthilatê Şamê hat redkirin.

Di konferansa Siwêdayê de banga sîstemeke nenavendî hat kirin
13 hezîran, 2025   09:16
NAVENDA NÛÇEYN

11’ê Hezîrana îsal (2025) Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane ya Siwêdayê konferansek giştî li dar xist. Di konferansa ku bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya li welatî û diyarkirina helwesta tevgerê hat lidarxistin de, gelek kesayetên olî, civakî, siyasî û leşkerî beşdar bûn.

Di konferansê de, beşdaran rexne li performansa desthilata Şamê kirin û diyar kirin ku desthilata Şamê di pêkanîna daxwazên gelê Sûriyeyê de têk çûye. Her wiha îşaret bi vê yekê kirin ku desthilata Şamê hikumeteke yekreng ava kiriye ku bi tena xwe biryarê dide, ev jî parçebûn û mezhebperestiyê xurt kiriye. Hate destnîşankirin ku beşdaran bêçarebûna desthilata Şamê rexne kirin ku nikarî dawî li binpêkirinên li dijî Elewî, Îsmaîlî û Êzidyan û Marûfiyên li Ceremana, Sehnaya û Eşrefiyê bîne.

Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane ya Siwêdayê encamnameya konferansê aşkera kir.

Di encamnameyê de bal li ser van xalan hatiye kişandin:

-Pabendîbûna bi yekitiya Sûriyeyê; Siwêdayê jî beşek ji Sûriyeyê ye, paytexta Sûriyeyê Şamê sembola nasnameya dîrokî û nîştimanî ye.

-Divê şêwazê rêveberiyê nenavendî be ku beşdariya adilane ya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê mîsoger bike.

-Danezana destûra heyî nayê qebûlkirin. Divê destûreke nû were sazkirin ku wekheviyê pêk bîne û paşguhkirin û dûrxistinê qedexe bike.

-Divê tevahî komên tundraw ji derdora parêzgeha Siwêdayê werin derxistin û ambargoya li ser parêzgehê were rakirin. Divê der barê sûcên ku li dijî şêniyên parêzgehê hatine kirin de lêkolîneke serbixwe û bi çavdêriya komîteyên pispor were vekirin.

-Desthilata demkî berpirsê binpêkirinan e, loma divê bi fermî lêborînê bixwaze û tawîzên madî û manewî bide mexdûran.

-Divê li gelemperiya welat saziyên perwerdeyê werin parastin û beşên zanîngehan li Siwêdayê werin vekirin ku pirrengiya çandî û olî biparêze.

-Mafê şêniyên parêzgehê heye ku kar û barên xwecih bi rêve bibin, parêzger hilbijêrin, saziyeke ewlehiya navxweyî ya serbixwe ava bikin. Ji bo xweparastinê jî divê çek di destê şêniyên herêmê de bimîne.

-Ji armanca hêsankirina tevgera veguhestin û zimhêrê jî divê daxwaza vekirina deriyê sînor ê bi Urdinê re were kirin. Her wiha divê asta xizmetguzariyê bi rêya hilbijartina meclisên xwecih ên destpak û çalak were pêşxistin.

-Divê rewşa debarê bi mijarên siyasî û leşkerî ve neyên girêdan. Bi armanca pêşxistina binesaziya herêmê û bicihanîna pêdiviyên jiyanî jî divê budceyeke serbiwe û adilane ji parêzgehê re were veqetandin.

Di encamnameyê de hate gotin, Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane ya Siwêdayê di dawiya konferansê de careke din pabendîbûna xwe bi vebijêrka têkoşîna aştiyane û yekitiya welat nîşan da û banga rêzgirtina li xwesteka gel a diyarkirina çarenûsa xwe hat kirin.

(bb)