Îsraîlê li gelek hedefên Hizbullahê xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê êrişî bi dehan baregeh û binesaziya Hizbullahê kiriye û hin endamên wê kuştiye.

Îsraîlê li gelek hedefên Hizbullahê xist
26 gulan, 2026   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê di rojekê de êrişî zêdeditrî 70 baregehên Hizbullahê kiriye û zêdetirî 85 êriş li Lubnanê pek anîne.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin: "Li herêma Sûrê 10 baregeh, depoyên çekan û binesazî hatin hedefkirin ku Hizbullahê ji bo pêkanîna planên xwe li dijî artêşa Îsraîlê û sivîlên dewleta Îsraîlê bi kar dianîn."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh ragihand ku Îsraîl dê operasyonên xwe yên leşkerî li Lubnanê li dijî “Hizbullaha ku ji hêla Tehranê ve tê piştgirîkirin” zêde bike.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew êrişî binesaziya Hizbullahê ya li Geliyê Bekaa û çend deverên din ên Lubnanê dike.

Rayedarên amerîkî ragihand ku serokê DYA‘yê Donald Trump dê destekê bide operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî binpêkirinên agirbestê ji aliyê Hizbullahê ve.

Kanala 12 a Îsraîlê li ser zimanê rayedarekî payebilind ragihand ku "Tel Avîvê biryar daye êrişeke mezin li dijî Hizbullahê pêk bîne."

Her wiha li gorî Ajansa Weşanê ya Îsraîlê, piştî zêdebûna êrişên Hizbullahê û rexneyên navxweyî yên li ser nekarîna artêşê ji bo bersivdayînê, artêşa Îsraîlê bi lezgînî hêzên berdest ji bo berfirehkirina operasyonên xwe li başûrê Lubnanê gazî kirine.

(bb)