Îran droneke amerîkî xist

Pasdarên Îranê ragihandin ku hêzên wê droneke amerîkî xistine.

Îran droneke amerîkî xist
26 gulan, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên Îranê îro ragihanidn ku hêzên wê droneke amerîkî ya bi tîpa "MQ-9 Reaper" xistin xwarin. 

Di daxuyaniya Pasdarên Îranê ya têkildarî mijarê de hate gotin, dron nema ku li ser herêmê digeriya hat xistin. Der barê cihê cihê xistina xwarê ya vê droneyê de agahî nehatin belavkirin.

Dronên ‘‘MQ-9 Reaper‘‘ ji dronên êrişkar û keşfê ne ku artêşa Amerîkayê di gelek operasyonên xwe yên leşkerî de bi kar aniye.

(bb)