YRK: Kontrayek hate cezakirin

YRK’ê ragihand ku li Merîwanê kontrayekî bi navê Umîd Weşkelanî ceza kiriye. Hate gotin ku wî kontrayî hevkarî dida dagirkeran û destê wî di belavkirina madeyên hişber û fihûşê de hebû.

YRK: Kontrayek hate cezakirin
26 gulan, 2026   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Di 22’yê Gulana îsal de li gundê Tosoran ê ser bi Merîwanê ve, kontrayekî bi navê Umîd Weşkelanî hat cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên herêmî ve hat pêkanîn.

Hinek hêzên din di xwest berpirsyariya vê çalakiyê bigirin ser milê xwe, lê piştre hat zanîn ku ev çalakî ji aliyê hêzên me yên herêmî ve hatiye kirin, lewma em pîrozbahî û destxweşiyê li hêzên xwe dikin ji bo encamdana vê çalakiyê.

Ev kontrayê bi navê Umîd Weşkelanî, bi her awayî hevkarî dida dagirkeriya Îranê, li herêmê karê leşfiroşî û madeyên hişbir belav dikirin, bi her awayî destdirêjî li ser nirxên welatparêziyê yên gelê me dikir. Di torên civakî de jî gelek wêne û dîmenên Umîd Weşkelanî hene ku piştgiriya xwe ya herî mezin ji bo rejîma dagirker a Îranê nîşan dide.

Vî kesî bi wê piştgirî û palpiştiya ku ji rejîma dagirker werdigirt, her dem gef li gelê me dixwarin.

Me di daxuyaniya xwe ya berê de jî hişyarî dabû; her kesê ku hevkarî bide rejîma dagirker û destê wî bi xwîna hevalan û gelê me sor bûbe, ew ê bibin hedefa hêzên me.”