Li Silêmaniyê Helîkopterek ket xwarê

Helîkopterek girêdayî Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê li Çiyayê Ezmer kete xwarê, tê gotin 2 kes birîndar bûne.

Li Silêmaniyê Helîkopterek ket xwarê
29 tebax, 2025   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî helîkopterek Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê, li Çiyayê Ezmer ya Silêmaniyê ketiye xwarê û du kesên tê de bûn birîndar bûne.

Li gorî agahiyan helîkopter ji ber qezaya li Çiyayê Ezmer çêbibû berê xwe da bû cihê bûyerê.
Sedema ketina helîkopterê nehate zanîn.

Beriya qezaya helîkopterê, li Çiyayê Ezmer ya Silêmaniyê wesayîtek qelibî bû û di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest dabû.