Hikumeta demkî 309 karmend ji kar dûr xistin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê girêbestên 309 karmendên saziyên çandiniyê yên Laziqiyê bi dawî kirin, bêyî ku tawîzan bide wan.Li hemberî vê yekê bertekên tund hatin nîşandan.

Hikumeta demkî 309 karmend ji kar dûr xistin
27 ÇILE, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi biryarekî girêbestên 309 karmendên saziyên çandiniyê yên Laziqiyê bi dawî kirin.

Biryar, karmendên hemû beşan û yên di salên dirêj de di saziyê de kar dikin jî girtiye nav xwe. Li hemberî vê biryarê nerazîbûnên tund hatin nîşandan, nemaze ku karmend debara xwe bi vî karî bi cih tînin.

 SOHR’ê diyar kir ku karmend hatin agahdarkirin ku girêbestên wan bi dawî bûne, bêyî ku alternatîf an tawaz an jî bernameyeke piştgiriya civakî pêşkêşî wan bê kirin.

SOHR’ê da zanîn ku ev biryar rewşeke fikare di nava şêniyan de çêkir, nemaze ku derfetên kar li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî de kêm in û kel û pel buha ne

Nûçegihanê me demek berê ragihandibû ku hikumetê girêbestnê zêdetirî sed xebatkarên tenduristiyê yên bajarê Misyafê bi dawî kirin.

(b)