Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand

Îsraîlê ragihand ku fermandarê nû yê baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Ewda di derbeya li Xezayê de hatiye kuştin.

Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand
27 gulan, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya îsraîlî, fermandarê nû yê baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Ewda, hevjîna wî, kurek û keçekî wî duh êvarî di êrişa hewayî ya li taxa Rîmalê ya bajarê Xezayê de hatine kuştin.

Mihemed Ewda li şûna Îzedîn El Hedad wezîfeya fermandariya baskê leşkerî yê Hemasê wergirtibû. Di dema êrişa 7‘ê Cotmehê de jî wekî serokê îstîxbarata leşkerî ya Hemasê hatibû erkdarkirin. Ewda yek kesên nêzî fermandarê leşkerî Îzedîn El Hedad bû ku beriya kêmî du hefteyan ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin.

 Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz der derbarê kuştina Ewda de got, "Artêşê bi serkeftî fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Ewda tesfiye kir."

Serokwezîr Benjamin Netanyahu jî anî ziman ku Ewda  yek ji plangirên êrişa 7ê Cotmehê bû  û got: "Em ê bigihîjin her kesî."

Hate zanîn ku li herêmeke niştecihan li taxa Rîmalê bi balafirên şer û bombeyên giran hat hedefkirin. Di encamê de hin endamên malbata Ewda jî di nav ve, kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî agahiyan, Mihemed Ewda piştî mirina Mihemed Deyf û Mihemed Sinwar roleke sereke di jinûve birêxistinkirina avahiya leşkerî ya Hemasê de lîstiye. Her wiha berpirsiyarê komkirina agahiyên îstîxbaratê li ser baregehên leşkerî yên Îsraîlê li dora Xezayê bû. Navê Eweda bi dosyayên amûrên sîxuriyê ve girêdayî bû.

(bb)