Zêdetirî 1.7 milyon kes hecê dikin

Erebistana Siûdî ragihand ku îsal mîlyon û 707 hezar û 201 kes hecê dikin.

Zêdetirî 1.7 milyon kes hecê dikin
27 gulan, 2026   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Serjimariyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku îsal mîlyon û 707 hezar û 201 kes hecê dikin. Desteyê da zanîn ku ji vê hejmarê mîlyon û 546 hezar û 655 kes ji derveyî Erebistana Siûdî hatine û 160 hezar û 646 kes li welat in.

Li gorî desteyê mîlyon û 485 hezar û 729 kes bi rêya balafiran, 54 hezar û 429 bi rêyên bejahî û nêzî 6 hezar û 497 kes di reyên deryayî de hatine.

(bb)