Ji bo mafê hêviyê dosya pêşkêşî Meclisa Federal a Swîsreyê kirin

Kurdistaniyên li Swîsreyê bi daxwaza mafê hêviyê yê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Bernê çalakî li dar xist. Dosyayek li ser mijarê radestî delegasyona Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya li Parlamentoya Federal a Swîsreyê hate kirin.

Ji bo mafê hêviyê dosya pêşkêşî Meclisa Federal a Swîsreyê kirin
27 gulan, 2026   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li Swîsreyê dimînin, ji bo bicihanîna mafê hêviyê yê ji bo Rêber Abdullah Ocalan, li ber Meclisa Federal a li Bernê çalakî li dar xist.

Hevserokê Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku biryara mafê hêviyê ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Kurd daye, di rojeva Konseya Ewropayê de ye.

Ozdemîr anî ziman ku Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna biryarê beriya niha demek dabû Tirkiyeyê û destnîşan kir ku divê êdî gavên şênber bêne avêtin. Ozdemîr got: "Em ji vê derê bang li endamên Konseya Ewropayê û dewletên Ewropayê hemûyan dikin. Ji bo bicihanîna biryarên xwe li Tirkiyeyê bikevin nava hewldanan. Divê Tirkiye tavilê mafê hêviyê qebûl bike."

Endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûsa Farisogullari jî beşdarî çalakiya li Bernê bû û bal kişand ser pêvajoya hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re. Farisogullari diyar kir ku hevdîtinên dewletê yên li Îmraliyê ne bi rêk û pêk û bi kêfî dewam dike û got: "Tecrîd dewam dike. Dewleta Tirk heta niha sozên ku dane bi cih neanîne."

Farisogullari destnîşan kir ku gelê Kurd daxwaza naskirina statu û mafên xwe dike û got: "Têkoşîneke 50 salî û berdêlên giran hene. Gelê Kurd gelekî birêxistinbûyî ye."

Di çarçoveya çalakiyê de heyetek ji CDK-S'yê dosyayek li ser daxwazên Kurdan pêşkêşî Sekreteriya Delegasyona Swîsreyê ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) ya li Parlamentoya Federal a Swîsreyê kir.

Di dosyayê de îşaret bi biryara "Abdullah Ocalan" a sala 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin û hate destnîşankirin ku divê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li Tirkiyeyê bê rakirin.