îsraîlê keştiyên fîloyeke nû ya alîkariyê desteser kir

Hêzên Îsraîlî keştiyên flotilyayeke navneteweyî ya alîkariyê ya nû ku ber bi Xezaê ve diçû, desteser kir.

îsraîlê keştiyên fîloyeke nû ya alîkariyê desteser kir
8 cotmeh, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa France-Presse, "Fîloya Berxwedanê ya Navneteweyî" ragihand ku artêşa Îsraîlê "herî kêm sê" keştiyên wê, 220 kîlometre dûrî peravên Xezayê, desteser kiriye.

Fîloyê ragihand ku yek ji keştiyên wê, ku zêdetirî 90 kes, di nav de rojnamevan û bijîşk jî, hildigirt, ji aliyê helîkoptereke leşkerî ya Îsraîlê ve rastî êrişê hatiye, di heman demê de ekîba keştiyeke din jî "hatiye desteserkirin".

Wezareta Derve ya Îsraîlê li ser X`ê diyar kir ku fîloyê "hewl daye ku bikeve nav herêmeke şer", û destnîşan kir ku artêşê "keştî û rêwiyan birine bendereke Îsraîlê" û dê bi lez werin dersînorkirin.

Hefteya borî, hêzên Îsraîlî zêdetirî 40 keştiyên "Fîloya Berxwedanê ya Navneteweyî " desteser kirin, ku bi sedan çalakvan, bi taybetî çalakvana Swêdî Greta Thunberg tê de bûn. Keştî bi armanca gihandina alîkariyan û "şikandina dorpêça" ku Îsraîlê bi salan e li ser Xezayê ferz kiriye, ber bi Xezayê ve diçû.