ji dema hilweşîna rejîmê ve li Sûriyeyê 10 hezar 955 kes hatine kuştin

Ji 8`ê Kanûn 2024`an heta niha, li deverên cuda yên Sûriyeyê 10 hezar û 955 kes hatine kuştin, di nav de 3 hezar û 54 kes bi awayekî bêserûber hatine îdamkirin.

ji dema hilweşîna rejîmê ve li Sûriyeyê 10 hezar 955 kes hatine kuştin
8 cotmeh, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), di navbera 8`ê Kanûna 2024`an û 8`ê Cotmeha 2025`an de, di encama tuniya li Sûriyeyê 10 hezar 955 kes hatine kuştin. 3 hezar û 54 ji van kesan bi awayekî bêserûber hatine îdamkirin, di nav de 463 zarok û 636 jin hene.

Li gorî SOHR`ê, di vê demê bi gelek şêwazan binpêkirinan hatine kirin, di nav de kuştinên darizandin, îdamên bêserûber, revandin, îşkence û êrişên bêserûber li dijî sivîlan, her wiha êrişên çekdarî û bombebaranên li deverên cûda yên Sûriyeyê.

(k)