Îsraîlê ji niştecihên bakurê Xezayê xwest ku herêmê vala bikin

Artêşa Îsraîlê ferman da niştecihên herêmên bakurê Xezayê ku herêmê vala bikin.

Îsraîlê ji niştecihên bakurê Xezayê xwest ku herêmê vala bikin
11 nîsan, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di nivîsekê de ku li ser hesabê xwe yê X’ê belav kiriye, hişyarî da hemû niştecihên herêma Şûcaiyê, taxên El Cedîde, El Turkman, Zeytûn El Şerqî, El Nûr û El Tufah ên Xezayê ku demildest ji herêmê derkevin.

Adraee bang li niştecihan kir ku biçin navendên bicihkirinê yên li rojavayê Xezayê hatine diyarkirin.

(bb)